Çîrokên Nijadperestî û Xerîbiyê di Biyografiya Heysem Hisên de

    @**@ @**@

Çîrokên Nijadperestî û Xerîbiyê di Biyografiya Heysem Hisên de

Pirtûkek nû ji romannivîsê Sûrî Heysem Hisên re bi navê “Nijadperest di Xerîbiya xwe de” di vê dawiyê de ji aliyê weşanên Ramîna ve li Londonê derket. Ew jînenîgariyeke ku nivîskar tê de çîrokên nijadperestî, xerîbî, nasname, ziman, tevlêbûn û nakokiyên ku di rêyên jiyana wî de derbas dibin vedibêje.

Li ser dirêjahiya hejdeh beşan, Heysem Hisên di jînenîgariya xwe de di navbera çîrok, helwest û bûyerên ku wêneyên cuda û cihêreng ên nijadperestiyê di hindirê xwe de vedişêre digere, ku matmayîbûna bi mirovan di reftar û kirinên wan ên rojane de dibe parçeyek ji korerêya ku gelekan di tarîtiya xwe de noq dike.

Heysem Hisên di jînenîgariya xwe de bi wêrekiyeke mezin û bêlayenî mijara nijadperestiyê derman dike, û natirse ku xwe di hûrgiliyên wê de werke, ew jî di rêwîtiyeke jiyanê de ku gelek êşa bi jiyan, nivîs û mirovan re tê de heye.

Nivîskar helwestên ku pêrgî wan hetiye yan jî bûyerên ku hatine serê wî hildibijêre û bi awayê xwe yê romanê û felsefeyê wan pêşkêş dike û ji hev dixe, cil û bergên ku wan dinixumîne û wan dûrî rastiya wan dike, jê dike.

Ji bajarê xwe yê biçûk Amûdê heta Londonê, û di gelek bajarên ku di jînenîgariya jiyana wî de rawestgeh bûn,  yê nivîskar pirsên bingehîn li ser rastiya me û çarenûsa me tev dide, bi wêrekî û rastî bi xwe re dinivîse, ew dîdevaniya xwe li ser cîhanek ber bi betalkirina rengên geş yên ku wê dixemilînin ber bi tarîtiyek ku gefan li ronahiyên wê dixwe pêşkêş dike, ev ronahiyên ku di nav dîrokek dirêj a destkeftiyên mirovî de hatine bidestxistin.

Heysem Hisên tekez dike ku nijadperestî çiraveke rizgarî jê nîne ji bilî di rêya hişyarî û pejirandina yê din, û xerîbî wendabûneke xwenûkirî ye,  jihevbelavkirin rizgarkirina jê ne hêsan e, lê mirov dikare bi nivîsandinê bandor û dijwariya wê kêm bike..

Di jînenîgariyeke wisa de yê xwendevan bêalî namîne, ji ber ku bêalîbûn di mijarên girîng de tê hesibandin reva ji berpirsiyariyê, û em hemî pabend in ku em li ku derê bin yan ên nijadperest li ku bin, em kerta sor di rûyê wan de bilind bikin.

Hêjayî gotinê ku bergê pirtûkê ji aliyê helbestvan û dîzayner Yasîn Hisên ve hatiye amadekirin û tabloya bergê jî ji aliyê hunermendê kurd ê navdar Behrem Haco ve hatiye amadekirin.

Di beşa yekem a bi serenavê "Nakokiya Reng û Daxwazan" de wisa hatiye:

Ez li çi digerim dema ku ez çîrokaên li ser nakokiyên veşartî an eşkere di navbera rengan de ku dikarin tabloyên ecêb pêk bînin, û daxwaz û hestên ku dikarin bi hev re di nav tevnek şaristanî ya cihêreng a ku li ser bingeha rêzgirtin û hurmetê ye li hev bikin vedibêjim, lê ew aliyê kevnar hildibijêre, bi hev re dikevin nav nakokiyan ta ku felaketên xwe çêkin Û xwe dihêle girtiyê rengekî vemirtî ku bi demê re vedimre, û vediguhere cîhanek reş û bêreng ku bi ser xwe digire.

Ma ez nijadperestiyê sor dikim û di dirêjkirina temenê wê de beşdar dibim, an ez dibînim ku hewl didim aliyên wê yên tarî eşkere bikim ta ku ez beşdarî talankirina wê hêza kujer a ku di tariyê de geş dibe û li pişt dîwarên kînên xwenûkirî sor dibe dibim.

Her yek ji me dikare gelek xal, raman û behaneyên ku dê nijadperestî û gelaciya herî hêzdar di nav wî de hişyar bike bijmêre, lê gelo ev tiştê ku em di cîhana îroyîn de hewce dikin? Cîhana xuya dike ku ew bi destê xwe bizmarê ewlehiyê dikişîne ta ku teqînên li pey hev di niha û paşeroja wî de rawestîne...!

Kes nikare ji bo nijadperestiya xwe ya li hember kesên din behaneyan biafirîne, lê kêşe di binaxkirina nijadperestiyê û vemirandina agirê wê bi raman, rûbirûbûn û aqil de ye.

Her yek ji me hewcedarî ku xwe di ser birînên kûr, kîn û nijadperestiya ku di hundirê wî de veşartî ye bibîne, û zerka terazûyê ya jiyana di aştiyê de li ser mirina ji bo xapên rêşaşkirî tercîh bike. Ger em bixwazin bi hev re bijîn cîhan besî me hemûyan e, lê dema ku em xwe li pişt quretiyên xapînok ên nijadperestiyê vedişêrin, cîhan bi awayekî kujer li me teng dibe, ew quretiyên ku me dixapîne û dibêje wê cihana me xweştir bibe eger ji wan rengên ku zelaliya rengê me şelû dike vala bibe û ji wan daxwazên ku ne wek yê me ne.

Pênaseya Nivîskar:

Heysem Hisên 

Romannivîseke ji kurdê Sûriyê ye, regeznameya Brîtanî jî hildigre, li Londunê dijî. Çend roman û berhemên rexneyî belav kirine, ji wan: "Aram Neviyê Êşên quretiyê", "Qurbaniyên Gunehkariyê", "Derziya Tirsê", "Giyayek Zirarane li Buhuştê", "Dibe ku Kes Nemîne", " Romana Di Navbera Mayinkirin û Enîgmayînê de", "Roman û Jiyan." "Romannivîs li Defên Şer dide", "Kesayeta Romanê… pêgerîna vekolîn û berdanê", herweha "Çima Divê Tu Romannivîs Bî?". Ji kurdî komek şanoyên bi navê "Kî Memo Dikuje...?" yên nivîskar Beşîrê Mele wergerandine Erebî. Pirtûka "Çîroka Romana Yekemîn" amade û pêşkêş kiriye. Berhemên wî ji bo zimanên Îngilîzî, Frensî, Çekî û Kurdî jî hatine wergerandin.