"Qijalên Difirin" Qêrîneke Bihêrs ji Nava Civaka Swêdê

    @**@ @**@

"Qijalên Difirin" Qêrîneke Bihêrs ji Nava Civaka Swêdê

Ji demeke nêz ve, romana helbestvan, romannivîs û wergêrê Kurd ê Sûrî Kamîran Hersan ku çend sal li Swêdê dijî ji aliyê weşanên Ramina li Londonê derket.

Roman behsa rêwîtiya lehengê xwe Jandar vedibêje, lehengê ku bi xewnên mezin ji welatê xwe hat dûrxistin û çû welatê xerîbiyê li Swêdê, ku li wir xwe dît bavê sê zarokan e, û bi bextewariyeke bibask dagirtî ye, lê dema ku marê "sosyalê" êrîşî hêlîna wî kir, ew bextewarî, ji nişkan ve mîna qijalên cûn firiya.

Du serên romana "Qijalên Difirin"  hene, yek li rojhilat û yek li rojava ye û qurmek di bin wan de lihevbadayî heye, ku bi rehên xwe ji axê veqetandî ye. Kamîran Heresan tê de xwe dispêre rawestgeh û helwestên jînenîgariya xwe ta ku çîroka Jandar yê ku astengiyên civakî dikişîne vebêje, ev astengiyên ku di nerîna wî de bi siyaseta dewleta kûr ve derbarê malbatên biyan li Siwêde girêdayî ye.

Çîroka Jandar trajediya her bavekî ye ku li pişt ramanekê rawestiyaye, tê de xwestiye malbata xwe saxlem û bi xewn û xeyalan xemilandî bihêle, dûrî ramaneke din ku bingehên wê yên di axa çandek cûda de berdayî xera bike.

Roman neynikek e ku wêneyên lehengên têkçûyî yên wek Jandar ku bi wan re diaxive, ew jî dilê xwe jê re vedikin, carinan bi pistepist, carinan jî dengê xwe li ber zilma saziya civakî bilind dikin heta qirika wan diçire, dilê wan ji poşmanî û janê bê feyde dişewite. Ji ber ku guh dagirtî kaxez in, serî bi hildana tîrên serkeftinê yên ku gihiştina zêrî di biryarên dewletê û tedbîrên wê de veşartî ye mijûl in; dayika dilovan, bavê dilovan û serwerê ku stû û canê koleyên xwe digire; bi çarenûsa mirovên ku bi hest û xwestekên xwe tevdigerin, ne bi ser dikevin ji hêza wî, ne jî nagihêjin wan maskeyên ku rastiya wan vedişêre; ji xwe ji hildana wan çi feyde heye, heta ku rûyên rengîn mîna gumgumokan di bin de vedişêrin; ku di bin her rokekê de rengek heye!?

Di "Qijalên Difirin"  de mask ji ser rûyan têne rakirin, ku sextekirin wekî rastiyek di rûyên bextewariyê de ku ji hest û nestan dixwe, ta ku nêzîkî mirin û qelandinê dibe, di civakek ku baweriyê bi karîna çandiniya xwe nake, wek kulîlkên di nav avahiyên berjewendiyên giştî û zagonên wan ên ku banên wan bi tembeliyê hatine veşartin.

Hêjayî gotinê ye ku roman di 308 rûpelan de ji perçeyên navîn pêk tê, bergê wê ji aliyê helbestvan û şêwekar Yasîn Hisên ve hatiye çêkirin, tabloya bergê jî ji aliyê hunermendê Kurd yê li Almanyayê dijî Xelîl Ebdulqadir ve hatiye çêkirin.

Kamîran Heresan

  Helbestvan, wergêr û romannivîseke ji kurdên Sûriyê ye, regeznameya Swêdî hildigre, bêtir ji sîh salî li Swêdê dijî. Gelek berhemên wî yên wêjeyî hene, çi helbest û çi pexşan. Di rojname û kovarên erebî û biyanî de weşandiye û nivîsiye û gelek helbest ji zimanê Swêdî wergerandiye bo zimanê erebî. Gelek weşan û berhemên wî yên wêjeyî hene, ji wan: "Çeleng û Kor mîna Lîstokan" helbest 2000, " Navber" helbest 2006, "Stêrkên Ji Kûrahiya Xwe" Helbest 2007, "Dûkêşa Bi Mozesoran Dagirtî" Helbest 2021, "Refê Bazan" roman 2021, "Rêya yê Biyan" antolojiya helbesta nivîskarê Swêdî Gunnar Eckeloff 2016, "Galaxiyên Efsûnî" antolojiya helbestên Swêdî 2018, "Ezmanê Nîv-Qedyayî" antolojiya helbestên Thomas Tronstromer 2020. Hin helbestên wî bo zimanê Kurdî û Swêdî hatine wergerandin.