Romana "Daristana Reş" a Nivîskarê Sûrî Mazin Erefe Kabûsên Sirgûnê Nîşan Dide
London – Di van rojên dawî de romana "Daristana Reş" a romannivîsê Sûrî Mazin Erefe ku li Almanya dijî, ji aliyê Weşanên Ramîna ve li Londonê derket.
"Daristana Reş" herêmeke li başûrê Almanya ye ku penaberekî Sûrî li yek ji bajarên wê dijî destnîşan dike, ev penaber bi nexweşiya "bandora şer" ya derûnî ketiye. lê serenav bi awayekî sembolîk ji encama wê tirsa ku li wir rû bi rû maye, û berdewam di kabûsên wî de bi dûv dikeve, tarîtiya di nava giyanê wî de diyar dike.
Rojekê lehengê romanê bê bîrdank ji xew radibe, xwe li "bajarekî ewropî" yê ewle dibîne, nizane çawa gihiştiye wir, lê qet mirov tê de tune ne. Ev yek dihêle ku ew bi tenê bi xeyal û kabûsin dijrast û suryaal ku Kafkanîzim derbas dike bijî, û tepoya binhişiya wî di rengek cîhanên nemukin ên dînbûnê de xuya dike.
Ev cîhan ne tenê tirsa wî ya ku di hundurê xwe de hildigire diyar dike, lê di heman demê de bandora şaristanî û çandî ku yê mişext li hember civakek rojavayî ya bi hestesar li himebr hestegermbûna rojhilatî ya ku berê tê de dijiya dikişîne. Ev yek jî tarîtiyê di canê wî de zêde dike. Lê tev wilo jî, derketina wî ya demkî ji "havîngeha dermankirina psîkolojî " rê dide pêşkêşkirina wêneyek realîst a hawîrdora civakî ya ku tê de dijî, pêşkêş bike, da ku kabûsên xwe fêm bike.
Weke ku "Daristana Reş" ji hêla erdnîgariyê ve tije jiyan e, bi bajar, xelk û çîrok, ronîdar dibe, herweha divê rûbrûbaûna yê leheng ji çîroka tirsa xwe re tariya canê wî belav bike.. ew jî bi tomarkirina çîroka wî di "dara bîranînan" de, ku dara rastîn e li daristanê, valahiyek heye, lênûsek tê de heye ku rêwî çîrokên xwe tê de tomar bikin.
Hêjayî gotinê ku tabloya bergê ya hunermendê Kurd ê Sûrî Xidir Ebdilkerîm e û dîzayna bergê ya helbestvan û hunermend Yasîn Ehmedî ye. Roman ji 206 rûpelan pêk tê.
Pênaseya Nivîskar:
Mazin Erefe nivîskar û romannivîseke Sûrî ye li Almanya dijî. Derçûyê Zanîngeha Şamê - Lisansa Adab- Beşê Zimanê Fransî ye 1983. Bawernameya dektora di Zanistên Mirovî de ji Zanîngeha Marî Kûrî Skodofiska li Lublin - Bolonya 1990 wergirtiye. Ji berhemên wî: "Qewîtiyên Tozê", "Quling", "Nivînek li Eniyê" û " Trajediya Çanda Erebî "," Sêrbaziya Pirtûkê û Sêwirana Wêne: Ji Çanda Nivîsê Ber bi Hêza Nedîtbar ve".
Ji Romanê:
Ezmûneyê min li vir fêr kir ku Elman bi cewherê xwe yê civakî ve girtî ne, û ji tenêtiyê hez dikin. Zehmet e ku merov bikaribe li kolanan bê sedem bi wan re bipeyive. Dema cîranek li rawestgeha otobîsê silavê li min dike, ji ber reftarên şaristanî ye, silavê bê hezkirineke germ, bê axaftineke dirêj li min dike. Ev yek berevajî merasîmên me yên erebî yên danustendinê ne, ta bi kesekî biyan re, ku em yekem car wî nas dikin. Lê îro bi Îzî re, piraniya mişteriyên markêtê ku ez wan nas nakim, li ber min radiwestin. Nêzîkî wê dibin, pê re dilîzin, pişt re pirsên hezkirina li min dibarînin: "Navê wê çi ye? Çend salî ye? Çi dixwe? Gelo di text de bi te re radizê? Hûn çend caran bi hev re derdikevin seyranê?" Nizanim tabûrên Elmanan ji ku hatine, di vê nîv saetê de, pirsa kûçikê ji min dike... Gava ku min ji Endirya re tiştê ku çêbûye got, wê bi ken bersiv da: "Xwedîkirina kûçikekî li vir ji bo tevlêbûna civakî û fêrbûna ziman gavek girîng e."
Tiştê ku ji mêj ve Mark ji min re gotibû, tînim bîra xwe, "Pisîkek me ya bedew hebû, li malê bi me re wekî endamek malbatê dijiya. Ji nişka ve nexweş ket, ji ber vê yekê em neçar man ku wê bibin "klînîka beytar". Û ji ber ku rewşa wê ya tenduristî xirab bû, me ew derbas kir odeya "guhdana giran". Lêçûna rojane tê de digihişt sê sed Euro. Lê piştî pênc rojan ji hişçûnê, malbatê bi ya bijîşkê dermanker kir û li ser "Kuştina Dilovan" erê kir. Bi merasîmên sersaxiyê û bi amadebûna endamên malbatê di nav baxçe de hat binaxkirin û me gul li ser gora wê çand, xemgîniyê jî çend hefteyan konê xwe li ser malê vegirtibû.