"Sindibadê Sor" a Mihemed El-Huceyrî yê Libnanî ji aliyê Weşanên Ramîna ve derket

    @**@ @**@

"Sindibadê Sor" a Mihemed El-Huceyrî yê Libnanî ji aliyê Weşanên Ramîna ve derket

London – Romana romannivîs û rojnamevanê Libnanî Mihemed El-Huceyrî ya bi navê "Sindibadê Sor" di vê dawiyê de ji hêla Weşanên Ramîna li Londonê derket.

"Sindibadê Sor"  di rêya karakterê lehengê xwe yê bêdispilîn, romantîk û xewnperest, wêne û paradoksên ji dîrok û rastiyê pêşkêşî dike, taybetiyên qonaxên berê bê xemilandin û pînekirin ji nû ve xêz dike û kûr di giyanan de dikole da ku derewa siloganên devkî û xeyala lehengiya têkçûyî zelel û diyar bike..

Lixwemikurhatinên lehengê romanê tevlîheviyeke ji êş, siyaset, evîn, gêre, bêhêvîbûn û hêviyê nîşan dide, ji ber ku ew di kesayeta xwe de gelek karakteran digihîne hev, ku her yek ji wan cîhanek serbixwe gewde dike.

Mihemed El-Huceyrî di romana xwe de wêneyekî cadubazî ji lehengê xwe Ebdulcebar re yê ku nimûneyeke bêhempa ji Zorbawîzim û Donkîşotîzimê bi hev re dicivîne xêz dike, bi rihekî Libnanî û balkêş ku taybetmendî û cudahiyê dide wî, vêca di hundirê xwe de azad dijî û bi dilşikestîn û xeyalan hatiya strandin, ji bilî rewşa wî ya fizîkî ya taybet ku ji kesên wî dibînine re wekî ku têdikoşe ta ku neyê xwarê, nekeve.

Ebdulcebar zarokatiyeke hovane ji gelek aliyan ve ku bi çîrok û helbestan ve girêdayî ye dijî. Di dema şer de, wêneyên dijberên xwe yên siyasî ku bi dîwaran ve daleqandî ne diçirîne, û paşê ji ber bihna wî ya fireh di pirskirina pirsên mirov hêrs dikin û teslîmnebûna ji mîtolojiyê re, di nav ciwanên wek xwe de dibe mînaka serîhildan û teslîmnebûnê, û di ser de, hest dibe ku ew di civakeke tund û dijminatiya azadiyê dike xerîb e.

Hêjayî gotinê ye ku tabloya bergê ya hunermendê Kurd ê Sûrî Behram Haco ye û dîzayna wê ya helbestvan û hunermend Yasîn Ehmedî ye. Roman ji 228 rûpelên navîn  pêk tê.

Pênaseya nivîskar:

Mihemed El-Huceyrî: Nivîskar û romannivîseke Libnanî ye. Gelek roman û lêkolîn belav kirine, ji wan romana "Çûkên dilxwestinê", pirtûka "Evîna Veşartî... Rewşenbîr û Semaya Rojhilatî" û  "Pop Art Umm Kulsûm... Evîn, Deng, Desthilatdar" ji mêj ve di warê rojnamegeriyê de kar dike, di mezintirîn rojname, kovar û malperên erebî de mîna "El-Nehar", "El-Sefir", "El-Cerîde", "El-Mudun", "Bidayat" , "Nezwa" û "El-Feysel" nivîsandiye.

Ji Romanê:

Tiştê ku diqewime qet naqede.Pirtûkxaneyê dostaniya me berhev dikir û ramanên me diafirand.Ew pirtûkên ku fikir û çîrok tê de hebûn bûn ariyeke reş...Ma em ariyê dixwînin û wê dikin di dewsa tiştan de...Ew antîkeyên ku li ser refikan hatine danîn an jî li dîwaran hatine daliqandin û bûne xirde...Agir wateya tiştan diguhere. Kuştina wan canewerên kaxezî min ji derveyî demê û bîranînên min hişt.

Ez rêwiyan dişopînim, cixareyekê vêdixim... Cixare ji bo bîrkirinê bi min re dibe alîkar, lê xemgîniya li ser çavên min venamirîne. Serdemên xwendinê û çîrokên ku min derbas kirine ji kesên ku bi saetan li pirtûkxaneyê rûdiniştin tên bîra min... Tişt û tişt tên bîra min, û niha nikarim tiştekî bikim ji bilî hewldana jibîrkirinê di rûbirûkirina bi mêşên bîrdankê re.. Jiyana li jîngeheke ku ji hêla xeybê ve tê kontrolkirin, merov xemgîn dike. Ez dibêjim, ger hêza min hebûya, kes newêrîbû nêzî pirtûkxaneya min bibûya. Ez bawer im ku mirov ji hêzdaran ditirse û nêçîra lawazan dike, em pir têkoşînê dikin ji bo ku em ji daristanê derkevin û lê vegerin û tu zerar tune ku em bibêjin kêfa gelek li me tê. Ez dizanim ku kîn di nav gelek kesan de veşartî ye û di kêliyên tarîtiyê de xuya dike... Min li  karkeran temaşe dikir ku ariya tiştan radikin. Bêhna agir hîn xurt e û poz dişewitîne. Her tişt xwe rdaestî cinawirê agir kir... Çirûsk ji çavên min difirin... Dixwazim bigirim û negirim, Dixwazim fêm bikim ka çi bûye û min fêm nekir. Min bi destê xwe yê lerzok çixareyekê vêxist û xeyalê min wek êzingeke ziwa dişewitî, û dema ku karker gihîştin ariya hinek pirtûk, pirtûka "Bîranînên Gandî" bi komeke din re ku neşewitîbûn derket.. Hêsirên min mîna zinarin bilind ku dikevin newaleke kûr de bêvîn dibariyan. Hêsirên min bêhna ariyê hembêz kir û ez bêhiş derketim derve.