Weşanên Ramîna pirtûkeke rexneyî bi navê "Helbestvaniya Selîm Berekat" çap dike
London - Lêkolînek bi navê "Helbestvaniya Selîm Berekat – Nêzîkatiyeke Rêbazî" ya lêkolîner û rexnegirê Kurd ê Iraqî Zêrvan Osê van rojên dawî ji hêla Weşanên Ramîna ve, li Londonê derket.
Pirtûk dikeve çarçoveya lêkolînên rêbazî de, lêkolîner tê de xwe spartiye berhemên helbestî yên Selîm Berekat, ku wekî jêdereke sereke vekolîn li ser tê kirin, herweha çavkaniyên din ji pirtûkên erebî, û yên wergirandî, kovar, rojname û tezên zanîngehê yên piştgirî dane vê lêkolînê. Giringiyeke wê berbiçav di eşkerekirina strukturên rêbazî di gotara Berekat de hebû.
Armanca lêkolîner ji vê lêkolînê ku gotara helbestvanî ya Selîm Berekat bi strukturên rêbazî vekole, ku di sê beşan de li ser kar kiriye, ew jî tê wateya derbasbûna qada metnê û pêkanîna têgeh û wateyên cihêreng di her strukterekê de, û ev yek diyardeyek rêbazî di gotara helbestvan de ava dike.
Ev pirtûk bi pêşgotinekê, derwaze, sê beş, dûmahî, û lîsteya jêder û çavkaniyan hatiye dabeşkirin û dabeşkirina wê wiha ye:
Derwaze li ser du xalên girîng tê dabeşkirin: (rêbaz û rêbazî) û (Çand û Nasname). Xala yekem têgeheke giştî derbarê rêbaz û rêbazî, û girîngtirîn kargêrên wê, û meylên wê diyar dike. Xala duyemîn behsa jînenîgariya Selîm Berekat, ku tê de nasname û çandê vedibêje dike, ew jî weke nerîneke giştî li ser jiyana helbestvan û têkiliya wî bi ziman re ye.
Di beşa yekem de, lêkolîner xwe spartiye asta hevoksaziyê, ku ew jî li ser sê beşan hatiye dabeşkirin: (hevok û girêdayên wê), (struktura dengnasiyê) û (struktura morfolojîk(.
Beşa duyem, xebata lêkolîner derbarê asta ritmîkî bû, ew jî sê babet bûn: (struktura berevajîkirinê), (struktura rewanbêjiyê), û (ritma wêne).
Beşa sêyem û dawî, girêdayî asta semantîk e, ew jî sê beş in: (semantîka xwezayî), (semantîka çêkirî) û (zeviyên semantîk).
Di gotina bergê de rexnegir û akademîsyen Xalid Husên dibêje:
Rêbaz di helbestvaniya Selîm Berekat de taybetmendiya herî ber biçav e, ku di çarçoveya nivîsa helbesta serdest a hemdem a bi Erebî de, weke ezmûneke cuda û balkêş tê hesibandin. Ev lêkolîna girîng "Helbestavaniya Selîm Berekat: Nêzîkatiyeke rêbazî" ji aliyê lêkolîner û helbestvan Zêrvan Osê ve hatiye kirin. Girîngiya lêkolîna heyî ji hewldana lêkolîner derdikeve holê - li gel hewldanên din ên ku bi dawî bûne an jî li ber qedandinê ne. lidarxistina diyalogek rexneyî bi helbestvaniya Selîm Berekat re û derxistina wê ji bêdengiya wê ber bi qadeke vekirî û diyar de.
Pênaseya nivîskar:
Zêrvan Osê: Helbestvan û nivîskar ji herêma Kurdistana Iraqê ye, bawernameya masterê di warê wêjeya erebî de wergirtiye, helbestên wî bo zimanên (Tirkî, Fransî û Kurdî) hatine wergerandin. Helbestên wî di kovar û rojnameyên erebî de hetine weşandin. Ji berhemên wî dîwana: (Giraniyên paşguhkirî) û (Pifkerê eşkerekirina dawî).