Weşanên Ramîna romana Rêdî Mişo bi navê “Nefreta El-Me`rî” diweşîne

    @**@ @**@

Weşanên Ramîna romana Rêdî Mişo bi navê “Nefreta El-Me`rî” diweşîne

London - Di van rojên dawî de romana romannivîsê Kurd ê Sûrî Rêdî Mişo ya bi navê “Nefreta El-Me`rî” ji aliyê Weşanên Ramîna ve li Londonê derket. Roman di du beşên sereke de behsa guhertinan di jîngeha civaka Sûrî de dike. Beşa yekem "Jînenîgariya Bavan"e, û beşa duyemîn bi navê "Jînenîgariya Kuran" ku ji sala 2011an destpê dike, her beş beşa din şîrove û temam dike û pê re digihêje pêşbînên pêşerojê.

Romannivîs Rêdî Mişo di romana xwe de pirsgirêkên dîrokî tev dide, ku mîna kaniyên nearamiyê ne û di her kêliyê de ji teqînê re amade ne, sîwanekê diavêje ser gelên heman erdnîgariyê, nakokiyan di nav wan de diçîne û bangên tolhildanê di giyanê wan de nûkirî dihêle.

Lehengê romanê bi têkçûnên xwe de ji qonaxekê derbasî qonaxeke din dibe, ku çarenûsa wî wekî çarenûsa bavê wî ye bê ku bigihîje armanca xwe, têkçûnên xwe li ser dengê defên ku dengvedana jiyana taybetiyên xwediyê xwe yê xemgîn û nearam şîrove dike.

Romana “Nefreta El-Me`rî” bi pêşkêşkirina wêneyeke cuda li ser  helbestvan Ebû El-`Ela El-Me`rî di qonaxên dawîn ên jiyana wî de despê dike, dema ku li mala xwe ya li El-Me`re dima, û çawa çend kes hewl didin ku alîkariya wî bikin da ku xwe pê pîroz bikin, paşê dest bi rêyên cuda yên dîrokî û civakî yên ku bi dehsalên dirêj li erdnîgariyên cihêreng dike. Dikeve kûrahiya giyan da ku taybetmendiyên cewherên wan ên cuda li gorî şert û mercên ku têne pêşiya wan dinexşîne.

Bûyer di romanê şaxê xwe berdidin ta sala 2011an ku digihêjin lûtkeya xwe, dema ku yekem veguhertin di jiyana "Sîrac" lehengê romanê de çêdibe, piştî ku dibistan tên girtin ew dibe qaçaxçî û dest ji hînkirina zimanê Îngilîzî berdide. Jînenîgariya wî ya nû destpê dike, ku tu têkiliya wê bi rabirdûya wî re nîne, paşê leza bûyeran di heman demê de di navbera malbatên "Cazar" û "Hemamlî" de gurtir dibe, ev veguhertin bandorê li jiyana mirovên vir û wir dike û ji nişkan ve cîhana wan tê guhertin..

"Veguherîna" bingehîn taybetmendiyeke romanê ya sereke ye, karakter bêyî amadekirin ji rewşekê vediguherin rewşek din. Dibe ku şopandina jînenîgariya malbatên "Al Cazar" û "Hemalî Beg" bingeha vê romanê be, ji ber ku têkiliya her du malbatan vedigere sed û pêncî salî û ji sala 1861ê ve bi derketina zagona "Tapo" ya Osmanî hindekî lihev ketiye, di encamê de malbata Hemamlî piraniya erdên firqeyên biçûk bi dest xistin, di nav wan de erdên malbata Şêx Hîlalê Cazar wek ceza ji bo piştgiriya Îbrahîm Paşa El-Mesrî di hemleya wî ya li dijî Sûriyê de û derxistina Osmaniyan ji wir bo demeke kurt ku heta neh salan dirêj kir.

Roman di atmosferên xwe de behsa şert û mercên belavbûnê ne tenê di civaka sûrî de, lê li tevahiya cîhanê de dike, lewra wê xwendevan dê çend rêyan di romanê de bibîne, ku bi hev re cîhanên vegotinê ava dikin û romanê digihînin armanca wê. Romannivîs diyar dike ku çawa nifir rengê jiyanê sor dike û tu derfetan ji bo dîtina paşerojê ji bilî çaleke  kûr ku qurbaniyên wê yek bi yek tê werdibin tune ye.

Hêjayî gotinê ye ku tabloya bergê ya şêwekarê Kurd ê Sûrî Umer Şêxmûs e û dîzayna bergê jî ya helbestvan û hunermend Yasîn Ehmedî ye. Roman 314 rûpel ji rûpelên navîn e.

Pênaseya Nivîskar:

Rêdî Mişo: Nivîskar, romannivîs û muzîkjenê kurd ji Sûriyê ye. Di sala 1980ê de li bajarê Qamişlo ji dayik bûye. Di sala 2005an de Fakulteya Dermansaziyê li zanîngeha Helebê qedandiye. Bi zimanê Erebî û Kurdî helbest nivîsiye. Gelek gotar û lêkolîn di rojname û malperên edebî de weşandine. Muzîk stûnek bingehîn ji jiyana wî ye, çi wekî guhdar, muzîkjen, û awazdaner. Yekem romana xwe ya bi navê “Heboker” di sala 2020an de belav kiriye  û gelek destnivîsên wî li ber çapê hene.