Derbarê Ramîna
Derbarê Weşanên Ramîna
Em di weşanên Ramîna de hewl didin ku piştgiriya nirxên demokrasiyê, mafên mirovan, belavkirina gotarên piralî, azadî û wekheviya zayendî pêş bixin, her weha ji bingehparêziyên olî û neteweyî ku yên hember xwe napejirînin û hewldana têkbirina wan dikin dûr bikevin.
Em di weşanên xwe de guh didin wê yekê; ku em piran di navbera gelên herêmê û cîhanê de ava bikin, bo piştgiriya aştiya cîhanî, û civakî, di vê yekê de jî em li gor bingeha nirxên pexşandin û dûrketina ji kîn, û tundrewî di çarçoveyek edebî û mirovahî ya berfireh de tev digerin.
Em di weşanên Ramina de bi bawer in ku noqbûna di hûrguliyan de dibe buhêrkek ji bo têgihîştinek kûrtir û berfirehtir di adet û çandên gelan û taybetmendiyên wan ên cihêreng de, û di nerîna me de ku pirtûk di rewşa îroyîn de ku cîhan tê de derbas dibe xetîreyek e.
Em di weşanên Ramina de, balê dikişînn ser çandên kêmnetewan û civakên dûrxistî li çar aliyên cîhanê, ew jî di warê çandî, şaristanî û mirovahî yê berfireh de.
Armanca me di weşanên Ramîna de ew e ku em nivîsên wêjeyî, rexneyî, ramanî, û afirînerî biweşînin, ku nîqaşên vekirî derbarê pîvanên hevpar ên di navbera gelan û civakan de tev bide. Ji mijarên ku weşanên me li ser disekine:
- Pirsgirêk, çîrok û lêkolînên derbarê jin, penaber û kesên dûrxistî.
- Pirsgirêkên bi nasname ve girêdayî ne.
- Piştgiriya azadiyan bi her awayî.
- Piştgiriya beşê nivîskarên ciwan.
- Çîrokên serkeftin, jiyan û geşepêdanê.
Şert û Mercên Weşanê bi Ramina re:
- Divê ku pirtûk ne çapkirî be.
- Divê bi zimanekî resen û bi hevokên guncaw hatibe nivîsandin.
- Divê ku pirtûk bi forma Word hatibe şandin. (Word Microsoft).
- Divê ku Kurteya pirtûkê were şandin.
- Divê CV ya nivîskar bê şandin.
- Pirtûk bi zimanê erebî, kurdî û ingilîzî tê qebûlkirin.
- Nirxandina pirtûkê û bersivdayîn ji mehekê ta du mehan gerek e.
- Eger pirtûk were an neyê pejirandin, nivîskar bersivê ji weşanxaneyê werdigre.
- Eger hate pejirandin, weşanxane peymanekê ji nivîskaran re dişîne.
- Danustendina bi weşanxaneyê re tenê bi rêya E-maila fermî (Raminabooks@gmail.com) re ye.