book

Rûyê Xembariyê Baş Nas Dikim

@ViewBag.BookData.SubTitle

  • Ji hêla ve hatî nivîsandin:

Berhevoka “Rûyê Xembariyê Baş Nas Dikim” a helbestvan Hatim El-Şe`rî ku ji aliyê helbestvan û wergêrê kurd Yasîn Hisên ve hatiye wergerandin ji sîh û sê helbestan pêk tê, 78 rûpel e, û wek yekem berhema ku ji edebiyata Erebistana Si`ûdî  hatiye wergerandin bo zimanê kurdî (zaravê kurmancî) tê dîtin.

Wergêr Yasîn Hisên di pêşgotina pirtûkê de dibêje: “Helbestên Hatim El-Şe`rî tevî xemgînî, bêzarî û xemsariya ku diyar dike jî, lê ji hêviyê ne xalî ne. Di heman demê de helbestin xemgîn in, di nav evîn, hevaltî û zilmê de noq bûne, û yê helbestvan bi awayê xwe yê helbestane zimanekî xurt û hevgirtî di wan de bi kar tîne".

Wergêr di pêşgotina xwe de wiha berdewam dike: “Helbestên El-Şe`rî hêjayî wergerandina hemû zimanan e, ji ber ku bi zimanê wî yê nerm û herikbar û her weha bi peyvên wî yên tund, bêbend diherikin dil.

Sernavê Pirtûkê Rûyê Xembariyê Baş Nas Dikim
Weşanxane: Ramîna Books
Nivîskar: Hatm El Şe`rî
Wergêr: Yasîn Hisên
Hejmara rûpelan: 78
Ziman: Kurdî
Kategorî: Wêje, Helbest
ISBN: 9781916533172
Sala weşanê: 2023
Dîroka Çapkirinê 2023-10-10