
"Bê Bask im" Berhema Helbestvan Cemîl Darî
@ViewBag.BookData.SubTitle
-
Ji hêla ve hatî nivîsandin:
Dîwana "Bê Bask im" puxteya ezmûneyeke helbestane ye, Darî tê de hewl daye ku xaleke ronahiyê di tuneleke dirêj de biçîne, bi hestê ku ev xwesteka çandiniyê ji realîstiyê bêtir utopîk e. Tu wateya peyvê di serdema çewsandinê de nemaye, û helbesta ku çepikan pars dike wate jê re nîne.
Dîwanê têkstên kin û dagirtî ku di heman demê de hem bi îşaret û hem jî tiştan eşkere û zelal dike di nava xwe de dihewîne. Di rastiyê de ew tenê metnin li erdê, û daxwaza xwe ya firînê vedibêjin, lê bi dest nakeve, ji ber ku ew jî mîna helbestvanê xwe, di rastiya xwe de bi hezar bend û bendî girêdayî ye. Ji ber vê yekê hestê bêçariyê ku tu bikaribe helbestê bike çîmenek ji bo kesên westiyayî û çekek ji bo parastina bindestan, ev bêçarî hêrseke mezin diafirîne. Ji xwe berê hatiye gotin: " karîn hêrsê ji holê radike", lê helbest ji ku dikare agirê hêrsê di can û damarên helbestvan de vemirîne!
Ku tu bê bask be û hewildana firînê bike; helbest di vir de li vê yekê digere, lê pirsgirêk ew e ku merov hînî nekarîna firînê û hogirî rewşê ta pileya mirina hestan bi vê yekê bibe. Û ji xwe gava ku hestê bêçareiyê dimire, yê helbestvan dimire.
Rexnegir Ehmed Ferac El-Ecmî di pêşkêşkirina dîwanê de dibêje ku Cemîl Darî, helbestvanê şêst salî, dest bi rêwîtiyek nû dike û tê de gihîştina hunerî, hêza bilind, valakirin û dilsoziya ji bo nivîsandinê hemû bi hev re dicivin. Tê de hewl dide ku têgihiştina xwe ya li ser cîhanê, mirovan, nirx û helbestê ji nû ve ava bike; û em jî li benda berhemên wî ne, dîwan li dû dîwanê, ku em li bêşberî ezmûneke helbestî û ronak radiwestin, ev ezmûna ku hêjayî xwendinê ye.
Daneyên pirtûkê:
Nivîskar: Cemîl Darî
Hejmara rûpelan: 186
Qebare: navîn
Zimanê pirtûkê: Erebî
Sala weşanê: 2023
Weşanên Ramina - London