book

Neqşên li ser xaçê

@ViewBag.BookData.SubTitle

Di vê romanê de, hunera şêwekarî û nivîsîna helbestan dibin kilîda berxwedanê.

Şêwekareke xwedî ezmûn ji peravên çemê Feratê, berî dide Şamê paytexta Sûriyayê û li wir beşa hunerê dixwîne, û dema xwendina xwe diqedîne vedgere bajarê Dêrazorê. Li Dêrê dikeve nava hevalên zaroktiya xwe û dixwaze wê ezmûna xwendina xwe li odeya xwe, li mala xwe, bi tabloyan derxîne, lê rastî ezmûnek dîtir tê, û bêyî ku ha ji xwe hebe, wêneyê Mesîh di tabloya wî de li pêşiya wî derdikeve û jê re dibe mîna taswasekê. 

Piştî ku dikeve rewşeke derûnî ya giran digihêje heta asta ku xwe dibîne di nava hevalbendên Mesîh de û meya dawî bi wan re vedixwe, digihêje encama ku “Bi tenê neqişandina rûyê Mesîh jê re zehmet bû”.

Roman bi zimanekî kûr dikeve nava deryaya helbest û hunera şêwekariyê de û bi kûrahî jî dide xuyakirin ku romannivîs xwedî ezmûneke tije ye di van huneran de.

Sernavê Pirtûkê Neqşên li ser xaçê
Weşanxane: Ramîna
Nivîskar: Isma`il Elrifa`î
werger: Yasîn Hisên
Hejmara rûpelan:
Kategorî: Roman
ISBN:
Sala weşanê: 2026
Dîroka Çapkirinê 2026-08-15