book

Pêlava Bavê Min

@ViewBag.BookData.SubTitle

  • Ji hêla ve hatî nivîsandin:

Nivîskar di jînenîgariya xwe de vedigere rojên jidayikbûna xwe, li gor bîranîna malbatê û yên derdora wî jê re vedibêjin û tiştên ku di wê demê de asayî bûn, ew jî li gundekî ku di erdnîgarî û dîrokê de nenas û winda ye û navê wî "Xirbet Iniz" e, ku girêdayî bajarê Qamişlo li Sûriyê.

Nivîskar Îbrahîm Mehmûd di jînenîgariya xwe de xwe dispêre tiştên ku di bîrdanka xwe de ji nûçe, wêne û dîtinên cîgirtî û bi rêya wê re bûyer, serpêharî, sosret û pêdankên ku rûpela gundekî û nişteciyên wî, û yên derdorê û rêûresm û adetên ku wê demê belavbûyû bûn ronî dike, ev hemû jî bi çavê zarokekî ku temenê wî wê demê ne zêdeyî diwazdeh salî bû.

Îbrahîm Mehmûd ew zarokê ku di nava wî de ye hişyar dike, jê dipirse, dîdevaniy wî pêşkêşî dîroka xwe dike, bermahiyên bûyer û bîranînan berhev dike ta ku wan weke çekekî di rûyê demê de  û di riwê wan kesên  ku bîrdanka wî ya zarotiyê bi wan tije ye hilde.

Dapîr, bav, dê, xelkê gundê wî "Xirbet Iniz" û hinekî din bi wêneyên xwe yên ku nivîskar hewil nade wan pîne bike û demê nikarîbû ji holê rake yan di bîrdanka wî de biguherîne di vê jînenîgariya ecêb û wêrek de hazir in. 

Ev jînenîgarî beşek dîrokê ku di pirtûkan de nehatiye xwendin, li ser zimanê kesên ku koç kirine hatiye veguhestin di nava xwe de dihewîne. Nirxeke edebî û estetîkî stendiye ji ber ku bi zimanê nivîskarekî ku bi nivîsên xwe yên ramanî tê naskirin hatiye nivîs.

Ev jînenîgarî, bi şêranî û talbûna xwe, geşteke awarte ji êş û hêviyê ji bo zarokê jiyanê yê ku ew bû, û ji bo nivîskarê bêhempa yê ku niha bûye.

Sernavê Pirtûkê Pêlava Bavê Min
Weşanxane: Ramîna Books
Nivîskar: Îbrahîm Mehmûd
Hejmara rûpelan: 300
Ziman: Erebî
Kategorî: Wêje, Jînenîgarî
Sala weşanê: 2023
Dîroka Çapkirinê 2023-10-06