![book](https://raminabooks.com/storage/app/media/books/%D9%85%D8%B0%D9%83%D8%B1%D8%A7%D8%AA%20%D8%A7%D9%85%D8%B1%D8%A3%D8%A9%20%D9%83%D8%B1%D8%AF%D9%8A%D8%A9.jpg)
Rojnivîsên Jineke Kurd
@ViewBag.BookData.SubTitle
-
Ji hêla ve hatî nivîsandin:
Nivîskar Fewziya Qiço di pirtûka xwe de dîdevaniya xwe derbarê serdema xwe tomar dike. Bi hezkirin çîrokên malbata xwe, xizmên xwe û yên derdorê dinivîse, û beşê mezin ji bîranînên xwe ji kesên din re vediqetîne.
Nivîskar di jînenîgariya xwe ya jiyanê de di navbera agirê Sînemaya Amûdê û êşa xerîbiyê de ya li Washingtonê digere. Di rêya dîroka xwe ya kesayetî de, nûçeyên bajarokê xwe yê biçûk Amûdê ji zarokatiya xwe ta ku bûye dapîr dinivîse.. Li ser mirovên mirî yên ku ji cîhana me bar kirine û bi wan re dilsoz dimîne dinivîse, hezkirina wan bi nemirinbûna di bîrdanka xwe de berdewam dike, xêrê di xelkê de dibîne û ji wan hez dike, ew hezkirin û dilovaniya ku di rêwîtiya jiyana xwe de dide lê vedigere.
Ev pirtûk nûnertiya jînenîgariya gelek jinên Kurd ên qehreman ên ku li hember şert û mercên xwe yên dijwar serî natewînin, bi xiyaneta demê re rû bi rû mane, ji zora birînên xwe birine, jiyana xwe - tev rewşên dijwar- bêyî bêhêvîbûn û bêzarî domandine û neşikestiye dike, lêbelê bi ruhê dayiktiya ku ew çeka wê bû û di rêy wê re geşta dan û berxwedêriya xwe didomand ew xwedî hêz ma.
Ew bû ku di temenek mezin de fêrî xwendin û nivîsandinê bû, nexwendetiya xwe binpê kir û dest bi endeziyariya xerîbiya xwe di rêya xwendin û nivîsandinê de kir, ji ber vê yekê wê dîdevaniya xwe li ser jiyan û serdema xwe nivîsand.