book

Tivingên Zingargirtî

@ViewBag.BookData.SubTitle

  • Ji hêla ve hatî nivîsandin:

Romana Tivingên Zingargirtî ya romannivîsê Kurd ê Iraqî Ebdulqadir Se`îd çîrokeke bi dilşewat derbarê xortekî kurd ku di şerê Îran û Iraqê de bi darê zorê tê ajotin bo leşkeriyê û di eniya şer de tê dîlkirin û gelek zordarî lê dibe vedibêje.

Romannivîs diyar dike ku çawa evîndar bi xeyalên xwe ji tarîtiya zindanê ber bi qadên bêdawî yên evînê ve difire, ku tê de ew bi xewnên xwe yên ku zewada wî ya jiyanê ye digere û nivîsandina nameyan ji evîndara dûr re çareya wî ye ku têkiliyê bi derve re bike. Lê ji xwendina bersivên nameyên xwe bêpar dimîne..

Hevalê Umerê evîndar qebûl nake ku çîrok bi vî awayê xemgîn bi dawî bibe, destwerdanê dike ta ku agirê evîna giyanê wî mîna xetîreyekê ku tenêtiya zindanê xweşik dike vêxistî bihêle, û kulekekê ji bo hêviya  jiyanê bide wî.

Di rexê din de Saraya delal hêvî ji vegera mêrê xwe yê dîl ku tiştek jê nebihîstiye û wek yek ji qurbaniyên şer hatiye tomarkirin qut kiriye, li ber zextên jiyanê bêçare dimîne û bi yekî din re dizewice...Lê tiştê ku wê matmayî dihêle ew e peyamekê ji Umer werdigre.. Wê demê guman wê dibin û tînin, wê ji jiyana jîwarî derdixin, û kabûs û xewnan bi hev re dijî.

Romannivîs di berhema xwe de xewnên evîndarên ku destarê şeran ew hûr kirine û avêtine beyabanên jibîrbûnê bi ser dixe. Lewre di kûrahiya lehengên xwe de digere û wan estetîkên ku şer û şert û mercên dîlbûn û bindestiyê nikaribû ji giyanê wan rakişîne diyar dike. Ew pişta mirovahiya mirov di her dem û zemanan de digre.

Û wek ku romannivîs li ser zimanê karakterê xwe dibêje "Lê evîn nayê ravekirin..û tu zanyar li ser rûyê erdê nikare wê rave bike, evîn wek peyvan nayê nivîsandin û ger hate nivîsandin wê tenê bi çend tîpên mirî bê nivîsandin! Evîn hunerek e ku mirov di rewşa xwe ya mirovahî ya herî bilind de digihîje wê. Dema ku evîndar digihêje hezkiriya xwe dibe mîna xunava ku bi ser pelên xecxecoka de dibare.

Romannivîs di romana xwe de tekez dike ku kutkuta dilên bi hezkirina jiyanê lê didin,bi ser dengê xircira tivingan di gumîna şer û jiyanê de dikeve.

Sernavê Pirtûkê Tivingên Zingargirtî
Weşanxane: Ramîna Books
Nivîskar: Ebdulqader Se`îd
Hejmara rûpelan: 134
Ziman: Erebî
Kategorî: Wêje, Roman
ISBN: 9781916533028
Sala weşanê: 2023
Dîroka Çapkirinê 2023-08-01