Weşandina Pirtûkan bi Gelek Zimanan
Em niha pêşwaziya pêşinyaran ji nivîskar û wergêran ji bo çapkirina pirtûkên wan bi erebî, kurdî û îngilîzî dikin. Her weha em dikarin di çarçoveya projeyin zanistî û çandî de bi zimanin din jî biweşînin, nemaze zimanên ku li cîhanê herî zêde tên axaftin.
Wergera Pirtûkan ji Kurdî û bo Kurdî
Em li Ramîna pirtûkan ji zimanê kurdî û bo zimanê kurdî (bi zaravayên kurmancî û soranî) werdigerînin, ji me re pir giring e ku ew resen û bi çêjeyeke nûjen bin. Her weha em dikarin alîkariyê di wergera pirtûkên we de bi awayekî pîşeyî ji kurdî bo erebî an jî berevajî bikin.
Wergera Pirtûkan ji Ingilîzî û bo Ingilîzî
Li Ramina, em pirtûkan ji ingilîzî û bo ingilîzî werdigerînin. Her weha em dikarin alîkariya we di wergera pirtûkên we de û bi awayekî pîşeyî ji ingilîzî bo Erebî an jî berevajî bikin.
Kurtenasîna Pirtûkan
Li Ramîna, em kurtenasînên pîşeyî derbarê pirtûkan de bi erebî, ingilîzî û kurdî pêşkêş dikin, û gotarên li gorî çarçoveya rojnamevaniyê dinivîsin.
Sererastkirin û Lêvegera Pirtûkan
Em daxwazên we ji bo sererastkirina pirtûkan di hemû astan de, çi redaksiyona hêsan, navîn an jî ya kûr, werdigirin. Her weha em dikarin pirtûkên we ji hêla ziman ve bi awayekî pîşeyî sererast bikin.
Dîzayna Qapan
Em xizmetguzariyê bo dîzayna qapên pirtûkan bi awayekî pîşeyî pêşkêş dikin, her weha em dikarin piştgiriya we di hevrêzkirin û amadekirina pirtûkê de ji bo çapê bikin.
Dîzayna Malperan ji bo Nivîskaran
Em alîkariya nivîskaran di çêkirina malperên profesyonel de ku kar, jînenîgerî û nûçeyên pirtûkên wan dişopînin dikin.
Çêkirina Naverokeke Piropogendeyî bo Nivîskaran
Em alîkariya nivîskaran di çêkirina naverokeke piropogendayî de dikin, ku di nava de vîdyoyan û dîzaynên taybet bi medyaya civakî, an posterên danasînê bo helkeftek taybet hebin.